Plana Xwedê

20
PLANA XWEDÊ Tarîxa Karên Xwedê şgotin Gelo Xwedayê Afirandar dipeyive? Ma ew xema me dixwe? Ma em dikarin wî nas bikin? Erê, ew peyivî û peyva wî hîn dike ku em çawa dikarin wî nas bikin. Beriya sê hezar û pênc sed salan Xwedê dest pê kir peyvên xwe da nivîsandin. Û di nav hezar û şeş sed salî de li dor çil mirovan peyvên Xwedê nivîsîn. «Tewrat», «Zebûr» û «Kitêbên Pêxemberan» pêşî li ser çerm hatin nivîsîn û niha ew hemû bi Încîlê ve di «Kitêba Pîroz» de berhevkirî ne. Kitêba Pîroz li ser Xwedê û li ser hezkirina wî ya ji bo her mirovî dibêje. AFIRANDINA ERD Û EZMÊN Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin. Erd bêkes û virt û vala bû, tenê av û taristanî hebû. Ruhê Xwedê li ser avê digeriya. Xwedê got: «Bila ronahî çêbe.» Û ronahî çêbû. Xwedê dît ku ronahî qenc e. Wî ew ji tariyê veqetand, navê ronahiyê «Roj» û yê tariyê «Şev» danî. Bû êvar û bû sibeh - roja pêşî. Xwedê got: «Bila qubek hebe ku ava li jêr ji ya jor veqetîne.» Û Xwedê navê qubê «Ezman» danî. Bû êvar û bû sibeh, ev roja diduyan bû. Xwedê got: «Bila ava di bin ezmên de li cihekî bicive û axa zuwa bê dîtin.» Û ev weha çêbû. Xwedê navê axa zuwa «Erd» û navê ava civiyayî «Derya» danî. Xwedê dît ku ev qenc e. Xwedê got: «Bila erd şînayiyê bide, giyayên ku tov didin û darên bi tov.» Û ev weha çêbû. Xwedê dît ku ev qenc e. Bû êvar û bû sibeh, ev roja sisiyan bû. Xwedê got: «Bila di quba ezmên de ronahî hebin û ji bo roj, meh û demsalan bibin nîşan.» Xwedê du ronahî afirandin, da roj serweriya rojê û heyv ya şevê bike. Û wî stêr jî afirandin. Wî ew hemû xistin ezmên, da ku ronahiyê bidin dinyayê. Xwedê dît ku ev qenc e. Bû êvar û bû sibeh, ev roja çaran bû. Xwedê got: «Bila av ji afirînên jîndar tije bibe û bila li ezmên teyr bifirin.» Wî hûtên mezin û hemû afirînên deryayê û hemû teyr li gor cûreyên wan Destpêkirin 1

description

"God's Story" in Kurdish Kurmanji;Summary of the Message of the Old and New Testament

Transcript of Plana Xwedê

Page 1: Plana Xwedê

PLANA XWEDÊ Tarîxa Karên Xwedê

Pêşgotin

Gelo Xwedayê Afirandar dipeyive? Ma ew xema me dixwe? Ma em dikarin wî nas bikin? Erê, ew peyivî û peyva wî hîn dike ku em çawa dikarin wî nas bikin.

Beriya sê hezar û pênc sed salan Xwedê dest pê kir peyvên xwe da nivîsandin. Û di nav hezar û şeş sed salî de li dor çil mirovan peyvên Xwedê nivîsîn.

«Tewrat», «Zebûr» û «Kitêbên Pêxemberan» pêşî li ser çerm hatin nivîsîn û niha ew hemû bi Încîlê ve di «Kitêba Pîroz» de berhevkirî ne.

Kitêba Pîroz li ser Xwedê û li ser hezkirina wî ya ji bo her mirovî dibêje.

AFIRANDINA ERD Û EZMÊN

Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin.

Erd bêkes û virt û vala bû, tenê av û taristanî hebû.

Ruhê Xwedê li ser avê digeriya.

Xwedê got: «Bila ronahî çêbe.» Û ronahî çêbû. Xwedê dît ku ronahî qenc e. Wî ew ji tariyê veqetand, navê ronahiyê «Roj» û yê tariyê «Şev» danî.

Bû êvar û bû sibeh - roja pêşî.

Xwedê got: «Bila qubek hebe ku ava li jêr ji ya jor veqetîne.» Û Xwedê navê qubê «Ezman» danî.

Bû êvar û bû sibeh, ev roja diduyan bû.

Xwedê got: «Bila ava di bin ezmên de li cihekî bicive û axa zuwa bê dîtin.» Û ev weha çêbû. Xwedê navê axa zuwa «Erd» û navê ava civiyayî «Derya» danî. Xwedê dît ku ev qenc e.

Xwedê got: «Bila erd şînayiyê bide, giyayên ku tov didin û darên bi tov.» Û ev weha çêbû. Xwedê dît ku ev qenc e.

Bû êvar û bû sibeh, ev roja sisiyan bû.

Xwedê got: «Bila di quba ezmên de ronahî hebin û ji bo roj, meh û demsalan bibin nîşan.»

Xwedê du ronahî afirandin, da roj serweriya rojê û heyv ya şevê bike. Û wî stêr jî afirandin. Wî ew hemû xistin ezmên, da ku ronahiyê bidin dinyayê. Xwedê dît ku ev qenc e.

Bû êvar û bû sibeh, ev roja çaran bû.

Xwedê got: «Bila av ji afirînên jîndar tije bibe û bila li ezmên teyr bifirin.»

Wî hûtên mezin û hemû afirînên deryayê û hemû teyr li gor cûreyên wan

Destpêkirin 1

Page 2: Plana Xwedê

afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e, ew bereket kirin û got: «Berdar bin û zêde bibin.»

Bû êvar û bû sibeh, ev roja pêncan bû.

Xwedê got: «Bila erd heywanên cûr bi cûr derxe.»

Û wî heywan, dewar û yên ku li ser erdê dişêlin afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.

Hingê Xwedê got: «Em di sûretê xwe de û mîna xwe mirov çêkin.»

Xwedê ji axa erdê mirov afirand. Û bîhna jiyanê pif kir pozê wî û mirov bû afirînekî jîndar. Xwedê mirov, jin û mêr, di sûretê xwe de afirandin. Wî navê mirovê pêşî «Adem» danî û Adem navê jinê «Hawa» danî.

Xwedê got: «Mêr wê dev ji dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û ewê bibin bedenek.»

Adem û Hawa tazî bûn û şerma wan nebû.

Xwedê her tiştê ku çêkiribû dît, her tişt gelek qenc bû.

Bû êvar û bû sibeh, ev roja şeşan bû.

Weha erd û ezman afirîn.

Roja heftan Xwedê ji hemû karên xwe bîhna xwe vekir û ew roj pîroz kir.

Xudan Xwedê li aliyê rojhilatê, di Êdenê de baxçeyek çand û tê de darên bedew bi fêkiyên xweş çandin. Li navendê du darên din hebûn: «Dara Jiyanê» û «Dara zanîna qencî û xerabiyê».

Xwedê mirov danî baxçe ku wî biçîne û lê bibe xweyî.

Û Xwedê li mirov emir kir, got: «Tu dikarî ji her dara baxçe bixwî, lê ji ‹Dara zanîna qencî û xerabiyê› nexwe. Gava tu jê bixwî, eseh tê bimirî.»

Destpêkirin 2

Xwedê pirr ji Adem û Hawa hez kir û ji bo jiyaneke baş çi lazim bû, da wan. Xwedê azadiya bijartinê jî da wan.

Xwedê fersend da mirovên pêşî ku vê destûrê bi şehrezayî bi kar bînin. Wî dixwest ku Adem û Hawa siyaneta wî bigirin û li gor emrê wî bikin û tenê ji berê darekê nexwin.

Her tişt gelek xweş û baş bû, da ku mirov di aştî û bextewariyê de bijiya. Diviya Adem û Hawa li şehrezayiya Xwedê ewle bibûna û rûmet bidana wî. Diviya wan ji bo azadiya xwe, xwe bextewar bidîtana.

Lê çaxê yek ya xelet hilbijêre, hingê xerabî pê re tê.

Hê berî afirandina mirov, Xwedê azadiya bijartinê dabû milyaketan jî. Xwedê dixwest ku milyaket jî siyaneta wî bigirin. Piraniya milyaketan bijart ku li pey Xwedê herin û daxwaza wî pêk bînin. Evên ha alî mirovan dikin. Lê hin milyaketan xeletî hilbijart. Wan hezkirina Xwedê red kir û li pey milyaketê serhildêr, Îblîs çûn û ketin bin rêberiya wî. Berê ew li ba Xwedê bû, lê ji ber pozbilindî û quretiya xwe, ji rewş û rûmeta xwe ket. Çimkî ew li hember Xwedê rabû û wî got: «Ezê textê xwe deynim ser stêran û xwe bikim wek Xwedê.»

2 Petrûs 2:4

Îşaya 14:13-14

Ew «Yê Xerab» tê gotin, mirovan dixapîne û ew wê perizîna ku bi tenê ji Xwedê re ye, dixwaze. Carna ew xwe dixe şiklê milyaketên ronahiyê û bi derewên xwe mirovan ji rê derdixe, cefayê dide wan û wan helak dike. Lê Xwedê dîwana wî kir û got: «Agirê dojehê her û her wê cihê te be.»

2 Korîntî 11:14

Page 3: Plana Xwedê

Di baxçê Êdenê yê xweş de, Îblîs di şiklê mar de hat ba Hewa. Mar ji hemû afirînên ser erdê, yê herî hîlebaz bû. Wî ji Hawa re got: «Ma bi rastî jî Xwedê gotiye ku divê hûn ji fêkiyê hin darên baxçe nexwin?»

Hawa got: «Em dikarin ji fêkiyê hemû darên baxçe bixwin, lê heçî dara ku li navenda baxçe ye, Xwedê gotiye: ‹Ji fêkiyê wê nexwin û dest nedinê, da ku hûn nemirin.›»

Lê mar jê re got: «Hûn qet namirin. Xwedê dizane, roja ku hûn jê bixwin, çavên we wê vebin û di zanîna qencî û xerabiyê de hûnê bibin wek wî.»

Destpêkirin 3

Kitêba Pîroz dibêje ku Îblîs «bavê derewan» e. Erê, wî Hawa xapand û li ser Xwedê rast negot.

Yûhenna 8:44

Jinikê dît ku dar ji bo xwarinê qenc e, li çavan xweş tê û dikare fêmdariyê bide wê; wê fêkî jêkir, xwar û da mêrê xwe Ademê ku li ba wê bû û wî jî xwar. Di cih de çavên wan vebûn û ew bi mana ruhanî mirin. Wan dît ku tazî ne. Wan pelên dara hêjîrê kirin berkûşk û li xwe kirin.

Çaxê wan dengê Xwedê bihîst, gava ku di nav baxçe de digeriya, xwe ji ber Xwedê veşartin.

Ji ber ku ew ne li peyva Xwedê, lê li aqilê xwe ewle bûn, wan guneh kir û bi mana ruhanî mirin û weha têkiliya xwe ya bi Xwedê re winda kirin.

Xwedê gazî Adem kir û got: «Tu li ku derê yî?»

Adem jê re got: «Gava min dengê te bihîst, ez tirsiyam, çimkî ez tazî bûm û min xwe veşart.»

Xwedê jê re got: «Kê ji te re got ku tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min emir li te kiribû ku tu jê nexwî, xwar?»

Adem got: «Jina ku te daye min, ji fêkiyê wê da min û min jî xwar.»

Xwedê ji jinikê re got: «Ev çi ye ku te kir?»

Jinikê got: «Mar ez xapandim û min xwar.»

Hingê Xwedê ji mar re got: «Ji ber ku te ev yek kir, di nav hemû heywanan de yê nifir li ser te be! Tê li ser zikê xwe bişêlî û axê bixwî. Ezê dijminahiyê deynim nav te û jinê û yek ji dûndana wê, wê serê te biperçiqîne.»

Destpêkirin 3

Li vir Xwedê cara pêşî kifş kir ku ewê Xilaskar bişîne; ewê ji jinê bê û wê Îblîs bindest bike.

Xwedê ji jinê re got: «Ezê êşa te ya zarokanînê pir zêde bikim û mêrê te wê bibe serwerê te.»

Ji Adem re jî got: «Ji ber ku te guh da peyva jina xwe û te ji wê darê xwar, ax ji rûyê te ket bin nifirê. Di hemû rojên jiyana xwe de tê bi zehmet nanê xwe jê bixwî. Ax wê stirî û diriyan ji te re derxe. Tê bi xwihdana eniya xwe nên bixwî, heta ku tu vegerî wê axa ku tu jê hatiyî standin.»

Pelên dara hêjîrê nikaribûn tazîbûna Adem û Hawa binixamtana. Îcar Xwedê ji çêrmê heywanekê ji wan re cil çêkirin û li wan kir.

Weha bi destê Adem guneh û mirin ket dinyayê.

Destpêkirin 3

Hê berî afirandina dinyayê plana Xwedê ev bû ku ji bo afûbûna guneh goriyeke bêsûc bê dayîn. Wî dizanibû ku mirov wê rêberiya wî red bikin û ew bi xwe wê bibin xweyê jiyana xwe û bi ser nakevin. Xwedê ji vê neguhdariyê re dibêje «guneh».

1 Yûhenna 3:4

Page 4: Plana Xwedê

Lê plana hezkirina Xwedê ev bû ku Xilaskar bişîne, ku bibe gorî û weha her kesê ku bixwaze, afûbûnê bistîne.

1 Yûhenna 4:9

Piştre Xwedê Adem û Hawa ji baxçê Êdenê derxistin; wî milyaket, yanî xêrûb, li rojhilata baxçe danîn û li wan emir kir ku ew bi şûrên agirî riya «Dara Jiyanê» biparêzin.

Destpêkirin 3

Ji ber gunehê Adem hemû mirov bûn mirindar. Lê ji aliyê Xwedê ve hêvî heye.

Romayî 15:21

HABÎL Û QAYÎN

Jina Adem, Hawa bi zaro bû, kurek anî û got: «Min bi saya Xwedê mirovek bi dest xist.» Û wê navê kurik Qayîn danî.

Hawa kurekî din jî anî û navê wî Habîl danî. Ew mezin bû û bû şivan. Lê Qayîn bû cotkar.

Piştî demekê Qayîn ji berê erdê diyarî ji Xwedê re pêşkêş kir. Habîl jî pez anî. Xudan pêşkêşa Habîl qebûl kir, lê li ya Qayîn nenêrî. Qayîn gelek hêrs ket û rûyê xwe tirş kir. Lê Xwedê jê re got: «Çima tu hêrs ketiyî û te rûyê xwe tirş kir?»

Destpêkirin 4

Xwedê gunehê Qayîn jê re got û da fêmkirin ku divê ew bê afûkirin. Pelên dara hêjîrê nikaribûn tazîbûn û gunehê Adem û Hawayê veşêrin, weha jî pêşkêşa bê xwîn qet nikare gunehan bibexşîne.

Qayîn li gor xwestina Xwedê neperizî wî, guhê xwe neda wî û tobe nekir. Peyva Xwedê dibêje ku Habîl bi pêşkêşa xwe baweriya xwe ya rast kifş kir, lê Qayîn wusa nekir.

Îbranî 11:4

Di Kitêba Pîroz de Xwedê dibêje ku bê rijandina xwîna goriyê afûbûna guneh tune.

Îbranî 9:22

Qayîn ne tenê li hember Xwedê neguhdarî kir, lê li hember birayê xwe jî guneh kir:

Çaxê ew li çolê bûn, ew rabû û birayê xwe kuşt.

Xwedê ji Qayîn re got: «Birayê te li ku derê ye?»

Qayîn got: «Ez nizanim. Ma ez berevanê birayê xwe me?»

Xwedê got: «Dengê xwîna birayê te ji axê gazî min dike. Tu li ser axa ku xwîna birayê te ji destê te stand, ketî bin nifirê.»

Paşê Qayîn ji ber rûyê Xwedê derket. Ji neguhdariya wî, mêrkujiya pêşî derket. Lê Xwedê Adem û Hawa pîroz kirin û kur û keçên din dan wan.

Destpêkirin 4

TOFANA NÛH

Piştî gelek salan dinya bi dûndana Adem û Hawayê tije bû. Xwedê dît ku bi gunehên mirovan dinya tije xerabî bûye. Fikrên dilê wan û hişê wan her gav li ser xerabiyê bû. Xwedê xemgîn bû û got: «Ezê van mirovên ku min afirandine ji ser rûyê erdê rakim.»

Destpêkirin 6

Page 5: Plana Xwedê

Lê Nûh di çavê Xwedê de kerem dît. Ew mirovekî rast û bêkêmahî bû û bi ya Xwedê dikir.

Xwedê ji Nûh re got: «Dawiya hemû mirovan hatiye, çimkî dinya bi neheqiyên wan tije bûye; ezê mirov û hemû heywanan helak bikim. Lê tu ji xwe re gemiyekê çêke û tê de odeyan çêke. Ji derve û hundir ve wê zift bike. Gemî wê sed û pêncî metre dirêj, bîst û pênc metre fireh û panzdeh metre bilind be; derî jî çêke. Bi tenê tu, jina te, her sê kurên te û jinên wan, hûnê bikevin gemiyê. Ji her cûreyê heywanan jî cot cot nêr û mê bixin gemiyê, lê ji heywanên paqij heft-heft bixinê.»

Çaxê ku Nûh gemî çêdikir, ji mirovan re digot: «Li Xwedê vegerin, belkî ew li we bê rehmê û hûn winda nebin.» Lê wan tinazên xwe bi Nûh dikirin.

2 Petrûs 2:5

Nûh bi mala xwe ve bawerî bi Xwedê anî û çaxê Xwedê got, ew ketin gemiyê û Xwedê bi xwe derî girt. Paşê Xwedê çil şev û çil rojan baran barand, li ser dinyayê av bilind bû, ava binerd da der û av hat heta gihîşt gemiya Nûh û gemî ser avê ket.

Av ewqas bilind bû ku çiyayên herî bilind jî hatin nixumandin. Li ser dinyayê hemû afirîn xeniqîn. Mirov, heywan, yên ku dişêlin, teyrik û hemû tiştên jîndar qir bûn.

Av sed û pêncî rojan li ser erdê bilind bû.

Destpêkirin 7

Lê Xwedê Nûh û yên ku bi wî re di gemiyê de bûn xweyî kirin.

Paşê Xwedê li ser erdê bayek rakir û av nizim bû. Hêdî hêdî av kêm bû û gemiya Nûh danî ser çiyayên Araratê. Şînayî careke din derket.

Xwedê ji Nûh re got: «Tu û hemû yên ku bi te re ne ji gemiyê derkevin.» Ew jî derketin û Nûh ji keviran gorîgehek çêkir û ji Xwedê re gorî pêşkêş kir.

Destpêkirin 8

Xwedê Nûh û kurên wî pîroz kir û got: «Berdar bin, zêde bibin û dinyayê tije bikin. Û bi şînayiyê re ez heywanan jî didim we, ewê ji we re bibin xwarin. Lê kî ku mirov bikuje, jiyana wî wê jê bê standin, çimkî mirov di sûretê Xwedê de afirandiye.»

Û Xwedê got: «Ez peymana xwe bi we û bi dûndana we re girêdidim. Êdî ez tu caran bi tofanê qira mirovan û heywanan naynim. Ezê keskesora xwe deynim ser ewran, da ku bibe nîşana peymanê. Çaxê ez li ser dinyayê baranê bibarînim, ezê keskesorê bibînim û peymana xwe bînim bîra xwe.»

Destpêkirin 9

BIRCA BABÎLÊ

Piştî Nûh, çend qern derbas bûn, lê li ser dinyayê hê ziman yek bû. Mirov hatin deşta Şînarê li Rojhilata Navîn û li wir cî-war bûn.

Wan ji hevdû re got: «Werin, em ji bo xwe bajarekî û bircekê çêkin ku serê wê bigihîje ezmên û em nav û dengê xwe derxin, da ku em li dinyayê belav nebin.»

Destpêkirin 11

Ev yek tam li hember emrê Xwedê bû ku gotibû: «Berdar bin û dinyayê tije bikin.»

Birca ku wan çêkir, ji bo perizîna rojê, heyvê û stêran bû; ew ji Xwedê zêdetir diperizîn wan tiştan.

Page 6: Plana Xwedê

Xwedê ji jor li birca ku mirovan çêdikir nêrî û got: «Ew miletek in û zimanê wan hemûyan yek e. Tiştên ku goman kirine wê çêkin û tiştek ji wan re nabe asteng. Werin em herin jêr û zimanê wan tevlihev bikin, ku hevdû fêm nekin.»

Îcar Xudan zimanê wan tevlihev kir û çêkirina bajêr da sekinandin.

Loma navê bajêr Babîl yanî «tevlihevî» hat gotin; çimkî Xwedê li wir ziman zehf kirin, wusa ku mirov li dinyayê belav bûn.

Destpêkirin 11

PÊŞDEHATINA MILETAN: JI BIRAHÎM HETA ÛSIV

Çar sed sal piştî tofanê, Xwedê li Rojhilata Navîn, li bajarê Ûr li Avram, yanî li Birahîm xuya bû û jê re got: «Rabe, ji welatê xwe û ji nav mirovên xwe derkeve û here wî welatê ku ezê nîşanî te bidim. Ezê te bikim miletekî mezin û ezê te bereket bikim. Yê ku te pîroz bike, ezê wî pîroz bikim û yê ku nifiran li te bike, nifir wê li ser wî be. Û hemû milet wê bi te bên pîrozkirin.»

Destpêkirin 11:27-32

Destpêkirin 12

Wek ku Xwedê ji Avram re gotibû, ew wusa çû. Ew ket rê, çû gihîşt welatê Kenanê. Dîsa Xudan li Avram xuya bû û got: «Ezê vî welatî bidim dûndana te. Li ezmên binêre û eger tu bikarî, stêran bijimêre; weha dûndana te jî nayê hijmartin.»

Hingê hê zarokên Avram û Sarayê tune bûn. Lê Avram ji Xwedê bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat hesabkirin.

Avram got: «Xudan, ezê çawa bizanim ku ev welat wê bibe yê min?»

Xwedê lê vegerand: «Qenc bizane ku dûndana te wê di welatekî din de bibe xerîb û çar sed salan zordestî wê li wan bê kirin. Wê wan bikin kole, lê ezê dîwana wan zordaran bikim. Piştî wê yekê dûndana te wê bi heyîneke mezin derkeve û nifşê çaran wê vegere vî welatî.»

Destpêkirin 15

Lê jina Avram Sarayê jê re zarok neanîn û pîr bû jî. Loma wê ji Avram re got: «Here ba Hacera cêriya min a Misirî, da ku ji wê ji min re zarok çêbin.» Avram razî bû.

Îcar Hacerê jê re kurek anî, navê wî kir Simayîl.

Destpêkirin 16

Erê, Birahîm ji Xudan hez dikir, lê dîsa baweriya wî ya ku Xwedê wê ji Sarayê kurek bida wî sist bû.

Piştî sêzdeh salan, çaxê Avram not û neh salî bû, Xwedê dîsa lê xuya bû û got:

«Ez Xwedayê Karîndar im, di riya min de here. Ezê navê te yê nû ‹Birahîm› deynim, yanî: ‹Bavê elaletan›. Û navê Sarayê wê bibe ‹Sara›, yanî: ‹Şahbanû›. Ezê wê bereket bikim û ji wê kurekî bidim te. Sara wê bibe diya netewan.»

Birahîm hêvî ji Xwedê kir û got: «Xwezî Simayîl li ber te bijiya!»

Xwedê lê vegerand û got: «Ji bo xatirê te ezê Simayîl bereket bikim û dûndana wî pirr zêde bikim, ezê wî bikim miletekî mezin.»

Destpêkirin 17

Xwedê soza xwe anî sêrî. Ji Simayîl miletên Ereban rakir. Destpêkirin 25:12-18

Hingê Xwedê got: «Ezê peymana xwe ya herheyî bi kurê Sarê Îshaq re û bi Destpêkirin 17:19

Page 7: Plana Xwedê

dûndana wî re girêdim.»

Sara jî bi zaro bû, ji Birahîm re kurek anî û navê wî Îshaq danîn. Destpêkirin 21

Çaxê Îshaq mezin bû, Xudan xwest ku baweriya Birahîm kifş bibe. Wî jê re got: «Birahîm! Birahîm!»

Wî got: «Va me ez.»

Xwedê got: «Kurê xwe Îshaq yê hezkirî û tenê, bibe û here welatê Moriyayê û li ser çiyayekî ku ezê bêjim te, wî ji min re bike gorî.»

Sibê zû Birahîm rabû û wek ku Xwedê jê re gotibû, kurê xwe Îshaq bir û çû. Piştî sê rojan wî ji dûr ve ew dera ku Xwedê gotibû, dît. Birahîm êzingên ji bo goriya şewitandinê danîn ser milê Îshaq. Wî bi xwe jî agir û kêr hildan û herdu bi hev re hilkişiyan çiyê.

Îshaq ji bavê xwe pirsî û got: «Bavo, vane agir û êzing; lê berxê goriyê li ku derê ye?»

Birahîm got: «Lawo, Xwedê bi xwe wê berxê goriyê peyda bike.» Û ew bi hev re hilkişiyan wî cihê ku Xwedê ji Birahîm re gotibû. Li wir wî gorîgehek çêkir, êzing li ser nijinandin, Îshaq girêda û danî ser êzingan.

Birahîm kêra xwe kişand, ku kurê xwe serjêke, lê milyaketê Xudan ji ezmên gazî wî kir û got: «Birahîm! Birahîm!»

Wî lê vegerand: «Va me ez.»

Milyaket jê re got: «Destê xwe dirêjî kurik neke û ziyanê nede wî. Niha ez dizanim ku tu ji Xwedê ditirsî û te kurê xwe yê yekta ji ber wî venegirt.»

Birahîm serê xwe bilind kir û dît ku li pişt wî di nav deviyê de beranek bi strûhên xwe hatiye girtin. Birahîm beran hilda û ji dêla kurê xwe ve serjêkir û şewitand.

Destpêkirin 22

Kitêba Pîroz dibêje ku Birahîm ji soza Xwedê piştrast bû û bawer dikir ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rake.

Îbranî 11:17-19

Xwedê ji Birahîm re got: «Ezê te bereket bikim û dûndana te pirr zêde bikim û wan bikim wek stêrên ezmên. Bi dûndana te, hemû milet wê pîroz bibin, çimkî te guh da gotina min.»

Çaxê Birahîm ev bihîst, ew şa bû: Xilaskarê ku di baxçê Êdenê de hatibû sozdan, wê ji dûndana wî buya.

Ew tiştê ku Birahîm kir, mînaka wê yekê bû ku Bavê ezmanî wê rojekê Kurê xwe yê yekta ji bo hemû mirovan bikira gorî.

Yûhenna 8:56

Îshaq mezin dibû û bû bavê du kurên cêwî, Esaw û Aqûb. Xwedê navê Aqûb guhert, kir Îsraêl. Xwedê ew bijart, da ku bi dûndana wî, soza xwe bîne serî.

Destpêkirin 25:19

Destpêkirin 32:28

Diwanzdeh kurên Aqûb hebûn. Yek ji wan, Ûsiv, bi destê birayên xwe bi koletî hat firotin. Lê piştî demekê ew bi alîkarî û rehma Xwedê li Misrê bû wezîrê Firewn.

Destpêkirin 37-41

Di dilê Ûsiv de tirsa Xwedê hebû. Ew li birayên xwe bihûrt û wî ew hemû anîn Misrê, da ku li wir bijîn û ji xelayê xilas bibin.

Destpêkirin 47-50

Bi wî awayî mala Aqûb, yanî gelê Îsraêl, hatin Misrê. Tam wek ku Xwedê ji Birahîm re gotibû, ew hatin wî cihê ku wê lê bibûna bindest.

Page 8: Plana Xwedê

DERKETIN

Dûndana Îsraêl tev, li Misrê zêde bû. Hingê Firewnekî nû yê ku nizanibû Ûsiv kî bû, ji Misriyan re got: «Gelê Îsraêl ji me zêdetir û bi qewettir e. Divê em şehreza bin, nebe ku ji nişkê ve şerek çêbe, ew bi dijminên me re bibin yek û bi me re şer bikin.»

Misriyan zarokên Îsraêl kirin kole û xebateke gelek giran danîn ser milê wan. Lê çiqas jiyana wan giran dikirin, ew hê bêtir zêde dibûn.

Hingê Firewn gazî pîrikên gelê Îsraêl kir û ji wan re got: «Çaxê jinên wan keçan bînin, bihêlin; lê çaxê kuran bînin, wan bikujin.»

Derketin 1

Îcar jineke Îsraêlî kurek anî û ew veşart, lê çaxê ku nikarî wî veşêre, sepetek hilda, zift lê xist, kurik danî tê de û di nav qamîşan de veşart. Hingê keça Firewn çû ber çem ku xwe bişo, wê dît ku li wir sepetek heye. Vekir dît ku zarokek tê de digirî.

Dilê keça Firewn pê şewitî û wê got: «Ev yek ji zarokên Îsraêliyan e.»

Wê ew zarok hilda, ji xwe re kir kur û navê wî Mûsa danî ku tê wergerandin: «Ji avê derxistî.» Bi vî awayî Mûsa bû mîrasxwerê padîşahiya Misrê.

Çaxê Mûsa mezin bû, çû serek da Îsraêliyan û hal û cefayê wan dît. Wî dît ku çawa yekî Misrî li yekî Îsraêlî dixe. Mûsa guman kir ku kesek li dor wî tune, yê Misrî kuşt û di nav qûmê de veşart. Lê gava ev yek gihîşt guhê Firewn, wî emir kir ku Mûsa bê kuştin. Loma Mûsa revî, çû welatê Midyanê û li wir ma.

Piştî çil salan ew Firewn mir. Gelê Îsraêl hê di koletiyê de dişewitî û zarîna wan gihîşt ba Xwedê. Hingê Xwedê peymana xwe ya ku bi Birahîm, Îshaq û Aqûb re girêdabû, anî bîra xwe.

Derketin 2

Mûsa zewicîbû û pezê xezûrê xwe diçêrand. Di çolê de milyaketê Xudan di nav diriyê de di pêta êgir de lê xuya bû. Agir bi diriyê ketibû, lê nedişewitî.

Mûsa got: «Ka ez herim û li vê ecêbê binêrim, çawa dirî naşewite?»

Ew nêzîk bû û Xwedê ji nav diriyê gazî kir û got: «Mûsa! Mûsa!»

Mûsa got: «Va me ez.»

Xwedê got: «Nêzîkî vir nebe, pêlavên xwe bêxe, çimkî ew erdê ku tu li ser î, pîroz e. Ez Xwedayê bav û kalên te me, Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.»

Mûsa ji dîtina Xwedê ditirsiya û rûyê xwe nixumand.

Xwedê got: «Min cefayê gelê xwe dît û nalîna wan bihîst. Haya min ji kul û derdên wan heye. Ez hatim ku ez wan ji destê Misriyan rizgar bikim û wan bibim welatekî qenc; li wir şîr û hingiv diherike. Niha were, ez te bişînim ba Firewn, da ku tu gelê min, zarokên Îsraêl, ji Misrê derînî.»

Mûsa lê vegerand: «Ez kî me ku ez herim ba Firewn û gelê te ji Misrê derînim? Çaxê ez ji wan re bêjim: ‹Xwedayê bav û kalên we ez şandime› û ew bêjin: ‹Navê wî çi ye?› hingê ez çi bêjim?»

Xwedê ji Mûsa re got: «Ez ew im yê ku Ez im. Ji gelê Îsraêl re bêje: ‹Ez im, ez şandime ba we.›»

Derketin 3

Page 9: Plana Xwedê

Mûsa got: «Ya Xudan, ez ne mirovekî zanebêj im, ez zilamekî dev û ziman giran im.»

Xudan lê vegerand û got: «Yê ku ziman daye mirov kî ye? Ma ne ez im? De here! Birayê te Harûn yekî zanebêj e. Jê re bêje ku ew çi bêje û ezê tiştê ku hûnê bêjin û bikin, hînî we bikim.

Çaxê tu herî Misrê, tê li ber Firewn kerametan bikî. Lê ezê dilê wî hişk bikim û ew nahêle ku hûn derkevin.

Hingê jê re bêje: ‹Xwedê weha dibêje: Îsraêl kurê min ê nixurî ye: Kurê min berde, da ku biperize min, lê eger tu nehêlî, hingê ezê kurê te yê nixurî bikujim.›»

Derketin 4

Mûsa û Harûn çûn ba Firewn û her tişt gotin. Wan got: «Xudan Xwedayê Îsraêl dibêje: ‹Gelê min berde.›»

Lê Firewn li wan vegerand: «Ew Xudan kî ye ku ez li gor peyva wî bikim? Ez Xwedayê we nas nakim û ez Îsraêl jî bernadim.»

Derketin 5

Mûsa vegeriya û ji Xudan re got: «Ya Xudan, çima te ez şandim? Min bi navê te ji Firewn re got, lê te gelê xwe rizgar nekir.»

Xwedê lê vegerand: «Ez Xudan im. Ez li Birahîm, Îshaq û Aqûb bi navê Xwedayê Karîndar xuya bûm.»

Derketin 6

Hingê Xudan ji Mûsa re eşkere kir ku ewê xwe li Misrê wek Xwedayê Xilaskar kifş bike û bi Misriyan bide fêmkirin ku divê tu mirov neperize tiştê afirandî, lê biperize Xwedayê rast.

Xudan ji Mûsa û Harûn re got: «Herin ba Firewn û şivdarê destê xwe li ser ava Misrê dirêj bikin.»

Wek ku Xudan emir kiribû, Mûsa û Harûn wusa kirin. Av li hemû welatê Misrê bû xwîn. Masî hişk bûn, çem genî bû û Misriyan nikaribûn ji tu deran ava vexwarinê bianîna.

Derketin 7

Xudan ji Mûsa re got: «Here ba Firewn û bêjê: ‹Xudan weha dibêje: Gelê min berde, da ku biperize min. Lê eger tu bernedî, ezê bi beqan hemû welatê te biherimînim.›»

Lê Firewn dilê xwe hişk kir.

Piştî vê yekê beqan welatê Misrê girt. Ew ketin nav xelkê, nav malên wan, nav nivînên wan û nav hemû firaxên wan. Îcar Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û got: «Herin hêvî ji Xwedê bikin ku beqan ji ser me rake û ezê gelê we berdim.»

Lê çaxê Firewn dît ku ev bela derbas bû, tam wek ku Xwedê gotibû, dîsa dilê xwe hişk kir.

Loma Xwedê gelek bela anîn ser welatê Misrê. Her car Firewn soz dida ku gel berde, lê çaxê bela derbas dibû, wî dîsa dilê xwe hişk dikir û soza xwe dixwar.

Harûn bi şivdar li erdê xist û hemû toza erdê bû pêşû; li ser mirov û heywanan pêşû hebûn. Hingê sêrbazan ji Firewn re got: «Ev karê Xwedê ye.»

Piştre Xwedê mêşên xerab anîn ser Firewn û ser xulamên wî. Bi belayeke

Derketin 8

Page 10: Plana Xwedê

din Xwedê hemû dewarên Misriyan kuştin, lê tu ziyan negihîşt gelê Îsraêl.

Hingê Mûsa xweliya tendûrê hilda û li ber Firewn, ber bi ezmên ve reşand. Ji vê yekê li ser Misriyan û li ser heywanên wan kûnêr çêbûn.

Piştî vê, Xwedê got ku ewê teyroka giran li ser Misrê bibarîne. Yên ku bi gotina Xudan bawer kirin, xulam û heywanên xwe bi lez anîn hundir. Lê yên ku gotina Xudan girîng negirtin, xulam û heywanên xwe li çolê hiştin. Wek ku Xwedê gotibû teyrok tevî agir barî û qira hemû xulam û heywanên wan ên li derve anî û weha jî hemû dar û baxçe şkandin. Tenê li ser wî erdê ku gelê Îsraêl lê dima, teyrok nebarî.

Derketin 9

Piştre Xwedê ewqas kulî anîn ser welatê Misirê, ku welat bû tarî. Wan her şînayiya ku ji ber teyrokê mabû, xwar û li Misirê tu şînayî nehiştin.

Piştre Xwedê tariya taristan anî ser Misrê; mirovan nikaribû hev bibînin û ji malên xwe derkevin. Ev tarî sê rojan li ser welêt ma. Lê ji bo gelê Îsraêl ronahî hebû.

Firewn hê jî gelê Îsraêl berneda, lê gef li Mûsa xwarin û got: «Dûrî min keve, roja ku tu bêyî ber çavên min, tê bimirî.»

Mûsa got: «Te qenc got, êdî ez rûyê te nabînim.»

Derketin 10

Hingê Xudan ji Mûsa re got: «Ezê belayeke din a hê girantir bînim ser Firewn û ser Misriyan. Piştî wê, ewê gelê min berde ku hûn ji Misrê derkevin. Ev bela wê hemû nixuriyan bikuje; ji nixuriyê Firewnê li ser text, heta bi nixuriyê cêriya li ber êş, hemû wê bimirin. Li hemû welatê Misrê zarîneke wusa giran wê çêbe, ya ku tu caran çênebûye û çênebe jî.

Derketin 11

Weha ji gelê Îsraêl re bêje: ‹Bila her mal li gor hesabê nefsên xwe berxekî hilde. Bila ew berx yeksalî, nêr û bêqusûr be. Tevahiya gelê Îsraêl piştî çar rojan bila berxan serjêkin. Bi baqek geya xwîna wî berxî hildin û li serderê û li herdu rexên dêrî bixin. Û tu kes heta sibehî zû ji malên xwe dernekevin. Divê hûn wê şevê berx li ser êgir bikin kebab û bixwin. Lê qet hestiyan neşkênin. Wî goştî bi nanê şkeva bixwin. Ew cejna Xudan e.

Wê şevê ezê di welatê Misirê re derbas bibim û hemû nixuriyên mirov û heywanan bikujim. Ez Xudan im û ezê dîwana hemû xwedayên Misrê bikim. Lê xwîna li ser malên ku hûn tê de ne, wê bibe nîşan: Çaxê ez xwînê bibînim, ezê ser we re derbas bibim û nahêlim ku helakker bê ba we û li we bixe.

Û her sal ji bo bîranînê, vê şîva nanê şkeva pîroz bikin. Ev, cejna Xudan a Derbasbûnê ye.›»

Wek ku Xudan emir dabû Mûsa û Harûn, zarokên Îsraêl wusa kirin.

Û nîvê şevê Xudan hemû nixuriyên Misriyan - ji nixuriyê Firewnê li ser text, heta nixuriyê girtiyê di zîndanê de - kuştin. Hemû nixuriyên heywanan jî hatin qir kirin. Nîvê şevê Firewn, xulamên wî û hemû gelê wî hişyar bûn û li Misrê şîneke mezin hebû. Mala ku mirî tê de nebûya, tune bû. Lê ew malên ku xwîna berx li serderê xistibûn, helakker neket hundir.

Wê şevê Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û got: «Rabin û ji nav gelê min derkevin, hûn jî û gelê Îsraêl jî. Wek ku we got, herin, biperizin Xwedayê xwe.»

Hingê Misriyan li gelê Îsraêl teng kir ku zû zû ji welêt derkevin, çimkî wan digot: «Ji rûyê van, emê hemû bimirin.»

Û çaxê gelê Îsraêl derket, Misriyan zêr, zîv û cil dan wan.

Derketin 12

Page 11: Plana Xwedê

Hemû gelê Îsraêl - çend mîlyon mirov – derketin û wan pez û dewarên xwe bi xwe re birin.

Tam wek ku Xwedê ji Birahîm re gotibû, dûndana wî bû bindest û piştî çar qernan bi heyîneke mezin derket. Ew miletê mezin ku Xwedê jê re digot «nixuriyê min» ji Misrê derket û li rexê deryayê konê xwe danî.

Xwedê ji Mûsa re got: «Firewn wê zû bêje: ‹Ji ber çolê, pêşî li gelê Îsraêl hatiye girtin.› Ezê dilê Firewn hişk bikim û ewê li pey we keve, lê rûmeta min wê eşkere bibe û Misrî wê bizanin ku Xudan ez im.»

Û wek ku Xwedê gotibû, Firewn û xulamên wî gotin: «Me çi kir ku me gelê Îsraêl ji xulamtiya xwe berda?»

Firewn şeş sed erebeyên şer, leşkerên siwarî û hemû ordiya xwe hildan û ket pey gelê Îsraêl. Li ber lêva Deryaya Sor ji nişkê ve ser wan de girt. Çaxê wan Misrî dîtin, ew gelek tirsiyan û hawar kirin Xwedê.

Lê Mûsa got: «Netirsin, bisekinin û xilaskirina Xudan bibînin. Ev Misriyên ku hûn niha dibînin, êdî tu caran hûn wan nabînin. Îro Xudan wê ji bo we şer bike.»

Xudan ji Mûsa re got: «Şivdarê destê xwe ser deryayê dirêj bike û wê biqelêşe. Û gelê min wê di deryayê re, di ser axa zuwa re derbas bibe.»

Mûsa şivdar ser deryayê dirêj kir û Xudan bayekî rojhilatê yê xurt anî ser deryayê û derya qelişî. Îsraêl di deryayê re, di ser axê re derbas dibû; li herdu aliyan av wek dîwêr sekinî bû.

Misrî jî bi hespan, erebeyan û bi siwaran ve ketin pey gelê Îsraêl û di ser axa zuwa re di deryayê re diçûn. Lê Xudan ordiya Misrî tevlihev kir û tekerên erebên wan derxistin û hespan nekaribûn wan bikişînin.

Misrî bizdiyan û gotin: «Birevin, çimkî Xwedê bi me re şer dike!»

Xwedê ji Mûsa re got: «Destê xwe li ser deryayê dirêj bike.»

Çaxê Mûsa destê xwe li ser deryayê dirêj kir, av paş de hat û derya bû wek berê. Hemû ordiya Firewn bi hespan ve di bin avê de winda bû. Xwedê bi vî awayî leşkerên Misriyan helak kirin, ew di bin avê de hiştin. Lê gelê Îsraêl ser axa zuwa, di deryayê re derbas bû. Çaxê wan kerameta Xwedê dît ku wî çawa dîwana Misriyan kir, hingê ew ji Xwedê tirsiyan, rûmet dan wî û baweriya xwe bi xulamê wî Mûsa anîn.

Derketin 14

DEH EMIR

Gelê Îsraêl ji Misrê derket, lê zû kir pitepit û ji Mûsa re got: «Te em anîne çolê, da ku em bimirin?! Ne av û ne jî nanê me heye!»

Xwedê li gor rehma xwe ya mezin ji latê av ji wan re deranî. Û wî got: «Ezê ji ezmên nên bidim we; her sibe zû hûn rabin û bicivînin.» Xwedê wusa kir û gel navê wî nanî kir «Manna».

Derketin 16-17

Hingê gel gihîşt çola Sînayê û li ber çiyayekî konên xwe danîn. Derketin 19

Rojekê li ser çiyê bû birûsk û gurînî. Dengekî boriyê yê bilind ji ewrekî tarî Derketin 20

Page 12: Plana Xwedê

dihat û xof û tirs ketibû dilê gel. Çiya dilerizî, çimkî Xudan di nav êgir de hatibû xwar. Xudan Mûsa gazî serê çiyê kir û ji bo gel emir dan wî.

Xwedê bi Mûsa re peyivî û ev deh emir li ser du ferşan nivîsîn û got:

«Ez Xudan Xwedayê te me; min tu ji Misrê, ji mala koletiyê deranî.

1. Ji bilî min min, tu xwedayên te yên din nebin!

2. Ji xwe re pûtan çêneke û li ber wan xwe netewîne.

3. Navê Xudan Xwedayê xwe badîhewa neyne ser devê xwe.

4. Bila roja Şemiyê li bîra te be, da ew ji te re pîroz be.

5. Qedrê dê û bavê xwe bigire.

6. Nekuje.

7. Zînayê neke.

8. Nedize.

9. Li hember tu kesî şahidiya derewîn neke.

10. Çavê xwe neavêje mala tu kesî, ne jina wî, ne jî tu tiştê wî.»

Derketin 20

Bi van emran Xwedê pîvana pîroziyê danî, lê di şkandina wan de tiştê ku diviya ew bikin jî, ji wan re got.

Wî got: «Ji min re gorîgehekê çêkin û li ser wê ji min re goriyan bidin û ezê we pîroz bikim. Xwîn wê gunehên we binixumîne û ezê li we bibihûrim.»

Qanûna Qahîntiyê 17:11

PÊXEMBERÎTIYÊN KU JI BO XILASKAR HATINE GOTIN

Piştî çil salên di çolê de, gelê Îsraêl gihîşt welatê sozdayî Kenanê.

Heyfa miletên Kenanê ku wan Xudan Xwedê red kiribûn. Gelê Îsraêl bi wan re şer kir. Xwedê bi gelê xwe re bû û gel li welatê ku Xwedê ji Birahîm, Îshaq û Aqûb re soz dabû, bi cih bû.

Yêşû 1-11

Xudan kahîn rakirin, da ku serkariya gorîkirinê û perizîna Xwedê bikin. Serokkahîn jî salê carekê diçû pişt perda Perestgehê a ku di navbera Xwedê û mirovan de bû û li wir ji bo hemû gel li ber Xwedê disekinî.

Qanûna Kahîntiyê 8-9; 16

Piştî gelek salan Dawid bû padîşahê Îsraêl. Xwedê ew hilbijart û li ser wî got: «Ew yekî li gor dilê min e.» Xwedê bi devê wî û bi devê pêxemberên din ji gelê xwe re got.

Çaxê Îsraêliyan guneh dikir, Xwedê bi destê wan pêxemberan ew hişyar dikirin û digot: «Eger hûn guhdariya min nekin, miletekî din wê bê û welatê we wêran bike.»

1 Samûyêl 16

Dîsa gelê Îsraêl emrên Xwedê avêtin pişt guhê xwe, li gor gotina wî nekirin, li hember wî rabûn û gelek pêxemberên wî dikuştin.

2 Dîrok 36:16 Metta 23:37

Ji ber vê yekê, heşt sed sal piştî derketina wan ji Misrê, li gor gotina Xwedê gel bi dîlîtî hat sirgûnkirin Babîlê û Aşûrê.

Yêremya 52

Lê Xwedê di dîlîtiya wan de jî bi wan re dipeyivî û gazî wan kir, ku tobe

Page 13: Plana Xwedê

bikin. Wî li ser Xilaskarê ku wê bihata ku mirovan ji guneh xilas bike, ji wan re digot.

Mîxa pêxember ji pêşî ve got ku Xilaskar wê li ku derê bê dinyayê û li ser heyîna wî ya herheyî got:

«Ey Beytlehm! Ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl bike, wê ji te rabe û rojên wî bêdestpêk in.»

Mîxa 5:2

Xwedê hê berî bûyîna Xilaskar, kifş dikir ku ewê ji mala Dawid padîşah be. Îşaya 9:6-7

Bi nivîsînên pêxember Melaxî jî Xudan da zanîn ku qasidekî taybetî wê gel ji bo hatina Xilaskar amade bike.

Melaxî 3:1

Zekerya jî pêxemberîtî kir, got: «Ey xelkê Orşelîmê, va ye padîşahê te tê, ew rastdar û serfiraz e. Ew bi nefsbiçûkî li dehşikekê siwarbûyî tê.»

Zekerya 9:1

Dawid hê berî hezar salî nivîsî ku Xilaskar wê ji pêşî ve bizane ku hevalekî wî, wê xayîntiyê li wî bike û Zekerya pêxember heta bi vê yekê jî nivîsî ku heqê xayîntiyê wê 30 zîv bin.

Zebûr 41:9

Zekerya 11:2

Bi devê Îşaya pêxember Xwedê got ku Xilaskar wê gelek cefayê bikişîne. Wê tif bikinê û wî bidin ber qamçiyan.

Îşaya 53:5

Dawid li ser mirina Xilaskar zelal nivîsî, got: «Wê dest û lingên wî qul bikin, lê hestiyên wî naşkênin.»

Hingê Xilaskar wê bêje: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?» Yên li wir sekinî wê pê bikenin û bêjin: «Li Xwedê ewle bû, de bila wî xilas bike.»

Zebûr 22:16

Zebûr 34:20 Zebûr 22:1; 7-8

Dawid nivîsî jî, çaxê ku Xilaskar tî bibe, wê ji dêl avê ve sihikê bidin wî. Û wê cilên wî li xwe leva bikin û ji bo xiftanê wî pişkê bavêjin.

Zebûr 69:21 Zebûr 22:18

Îşaya pêxember nivîsî ku temaşevan wê li ser rûyê wî yê birîndar ecêbmayî bimînin.

Îşaya 52:14

Zekerya pêxember di Kitêba Pîroz de nivîsî ku dûndana Dawid, yanî xelkê Orşelîmê wê rojekê li wî yê ku bedena wî qul kirine, binêrin.

Zekerya 12:10

Ev hemû pêxemberîtî gelek sedsalan, hê berî hatina Xilaskar hatibûn nivîsîn.

KARÊN ÎSA MESÎH

Piştî sirgûnbûna heftê salî, Xwedê rê li ber gelê xwe vekir ku vegerin welatê xwe. Bi tenê komeleke biçûk ket rê. Ew û Cihûyên li her derê di bin hukmê miletên din de bûn.

Ezra; Nehemya

Piştî 500 salan, çaxê Cihû bindestên Romayiyan bûn, xortekî bi navê Ûsiv keçikek ji xwe re nîşan kir; navê wê Meryem bû. Herdu jî ji malbata Dawid bûn.

Lê berî ku ew bên ba hev, Meryem bi Ruhê Pîroz bi zaro bû.

Hingê milyaketê Xwedê di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: «Ûsiv, netirse ku tu dergistiya xwe Meryemê ji xwe re bînî, çimkî ev zarok ji Ruhê Pîroz e û wê Kurê Yê Herî Bilind bê gotin. Navê wî Îsa deyne, yanî ‹Xilaskar›, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.»

Metta 1

Page 14: Plana Xwedê

Xwedê bi devê Îşaya gotibû: «Xudan bi xwe wê nîşanekê bide we: Va ye, keçik wê kurekî bîne û wê navê wî ‹Îmanûêl› deynin, yanî ‹Xwedê bi me re ye›.» Û wusa çêbû.

Îşaya 7:14

Diviya ku Ûsiv û Meryem ji bo mirovjimartinê biçûna Beytlehmê. Li wir Meryemê kurê xwe yê nixurî anî û wan navê wî Îsa danî.

Wek ku pêxemberan gotibû, Îsa li Beytlehmê ji dûndana Dawid padîşah hat. Li wir, li çolê şivanan bi şev nobedariya keriyên xwe dikir. Milyaketê Xudan xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî - û ew gelek tirsiyan.

Milyaket ji wan re got: «Netirsin, ez mizgîniya şabûneke mezin ji her kesî re didim. Îro ji we re xilaskar Mesîh çêbûye.»

Ev zarok Îsa Mesîh bû. Ew mezin dibû û bi şehrezayiyê pêşve diçû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû.

Lûqa 2

Çaxê Îsa nêzîkî sî salî bû, Yûhenna derket çolê, hîn dikir û xelk imad dikirin.

Wî digot: «Tobe bikin, xwe ji bo Xudan amade bikin!»

Metta 3

Yûhenna ew qasid bû ku li gor peyvên pêxemberan hatina Xilaskar da zanîn.

Melaxî 3:1

Îsa bi xwe jî ji bo imadbûnê hat çemê Ûrdunê. Dema ku Yûhenna ew dît, wî got: «Va ye! Berxê Xwedê, yê ku gunehên dinyayê radike.»

Yûhenna 1:29

Çaxê Îsa imad bû û ji avê derket, ezman vebû û Ruhê Xwedê di şiklê kevokê de hat xwar û li ser wî danî.

Û dengekî ji ezmên got: «Ev e Kurê min ê delal, dilê min bi wî xweş e.»

Metta 3

Piştî vê yekê Îsa çil roj li çolê ma. Îblîsê ku di baxçe de Hawa xapandibû, hat û xwest Îsa biceribîne; lê Îsa nehat xapandin.

Îblîs Îsa bir serê çiyayekî bilind û hemû padîşahiyên dinyayê bi rûmeta wan ve nîşanî wî dan û got: «Eger tu ji min re herî ser çokan, ezê van hemûyan bidim te.»

Îsa jê re got: «Dûrî min keve Îblîs! Di Kitêba Pîroz de nivîsî ye: ‹Biperize Xwedayê xwe û tenê jê re xizmetê bike.›»

Metta 4

Kurê Xwedê bû mirov û wek ku em tên ceribandin, ew jî bi her awayî hat ceribandin, lê wî qet guneh nekir. Di tiştê ku Adem ketibû de, Îsa bi ser ket. Û ev yek kifş dike ku Îsa Xilaskarê mirovan e; berxê ku Xwedê şandiye, ew e.

Filîpî 2:5+6 Korîntî I, 15:21+22

Îsa bi gotin û gelek kerametan eşkere kir ku ew Xilaskarê sozdayî ye.

Wî mirovekî ku sî û heşt salan seqet bû, qenc kir.

Yûhenna 5

Yekî kotî jî hat, xwe deverû avêt ber Îsa û got: «Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.»

Îsa destê xwe danî ser wî û got: «Paqij bibe» û di cih de ew sax bû.

Lûqa 5:12-16

Îsa çavên mirovekî ku ji zikmakiyê ve kor bû vekir. Yûhenna 9

Jinek jî ya ku nexweşa diwanzdeh salan bû û ji textoran tu feyde nedîtibû, bi dizî destê xwe li cilê Îsa da. Îsa lê vegeriya û got: «Netirse, baweriya te tu qenc kirî.»

Lûqa 8:43-48

Page 15: Plana Xwedê

Nexweşên cûre-cûre dianîn ba Îsa û wî hemû jî qenc dikirin. Metta 9:35

Îsa gazî diwanzdeh zilaman kir ku li pey wî herin. Wî hêz û desthilatî da wan û ew şandin ku li ser Padîşahiya Xwedê hîn bikin, cinan derxin û nexweşan qenc bikin.

Metta 10

Nav û dengê Îsa zû belav bû û li her derê elalet diciviyan, da ku wî bibihîzin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. Carekê, pênc hezar mirov birçî bûn. Zarokekî xwarina xwe da Îsa, wî jî ji Xwedê re şikir kir û ew li elaletê belav kir. Hemûyan xwar, têr bûn û diwanzdeh selik parî zêde man.

Lê mirov hê li delîlan digeriyan, ma ka Îsa ji Xwedê hatiye. Wan got: «Bav û kalên me li çolê Manna xwarin, çawa hatiye nivîsîn: ‹Xwedê ji ezmên nan da wan.›»

Îsa bersîva wan da: «Nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.»

Xelkê got: «Vî nanî her dem bide me.»

Îsa got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe; yê ku baweriyê bi min bîne, qet tî nabe.»

Yûhenna 6

Îsa got ku ewê gelek cefayê bibîne, wê ji aliyê serekkahîn û mezinên gelê xwe ve bê redkirin û kuştin. Lê roja sisiyan ewê ji nav miriyan rabe.

Lûqa 9:22

Serwerên Cihûyan hînkirina Îsa qebûl nedikirin. Lê yek ji wan, Nîkodêmos, bi şev hat ba Îsa, çimkî ew li rastiyê digeriya.

Îsa jê re got: «Eger mirov ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya Xwedê bibîne.»

Nîkodêmos pirsî: «Ma mirovekî ku pîr bûbe, çawa dîsa bikeve zikê diya xwe û ji nû ve çêbe?»

Îsa şîrove kir, got: «Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji Ruh çêdibe ruh e. Şaş nemîne ku min ji te re got: ‹Divê hûn ji nû ve çêbin.›»

Nîkodêmos jê pirsî: «Ev yek çawa çêdibe?» Îsa jê re got: «Tu mamosteyê Îsraêl î – ma tu vê yekê nizanî?»

Û Îsa ji bo jiyana nû jê re weha şîrove kir: «Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê pê bîne, helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî wê hebe. Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê şand da ku dinya bi wî xilas bibe. Sedemê dîwanbûnê ev ku ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez kir, çimkî karên wan xerab bûn. Yê ku baweriya xwe bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye, lê yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.»

Hingê Nîkodêmos fêm kir û bawer kir.

Yûhenna 3

Îsa ji jinekê re got: «Kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Lê ew av wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kanî.»

Jinikê got: «Ez dizanim ku Mesîh wê bê. Çaxê ew bê, ewê li ser her tiştî ji me re bêje.» Îsa jê re got: «Ez, yê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.»

Yûhenna 4

Carekê Îsa ji xelkê re got: «Yê ku bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike û li pey min bê. Eger mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê canê xwe winda bike, çi feyda wî heye? Hay ji xwe hebin, xwe ji temahiyê biparêzin, çimkî jiyana mirov ne bi pirbûna malê wî ye; xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wir be.»

Metta 16:24-26

Lûqa 12:15+34

Page 16: Plana Xwedê

Di wan rojan de serekên kahînan û zanayên dîn civiyan û wan got: «Em çi bikin? Îsa gelek kerametan dike; eger em wî weha bihêlin, hemû wê baweriya xwe bi wî bînin, Romayî jî wê bên û hukumê me betal bikin.»

Yûhenna 11:47+48

Hingê Îsa bi desthilatî hîn dikir. Ew ket Perestgehê û ew ên ku tê de bazirganî dikirin derxistin. Wî got: «Hatiye nivîsîn: ‹Ji mala min re wê mala dua bê gotin›, lê we ew kiriye ‹şkefta rêbiran.›»

Metta 21:12-17

Îşaya 56:7

Yêremya 7:11

Îsa ev jî got: «Daxwaza yê ku ez şandime, ev e ku her kesê baweriya xwe bi Kur bîne, jiyana wî ya herheyî hebe û di Roja Dawî de ezê wî rakim. Lê li vir hin hene ku bawer nakin.»

Îsa ji destpêkê ve dizanî yên ku bawer nakin kî ne û kî wê wî bide dest.

Yûhenna 6:40+64

Di nav xelkê de ji ber Îsa dubendî derket. Ji mezinên Cihûyan jî gelekan bawerî bi wî anî, lê ji ber zanayên dîn ev yek eşkere nekirin, da ku ji kinîştê neyên avêtin. Wan ji pesnê Xwedê bêtir ji pesnê mirovan hez kir.

Yûhenna 7:43 Yûhenna 12:42+43

Pirraniya serwerên olî li kuştina Îsa digeriyan, lê fersend nedidîtin, çimkî tevahiya xelkê guhê xwe dida hînkirina wî.

Marqos 11:18

Wî careke din di Perestgehê de hîn kir û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, qet di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.»

Yûhenna 8

Û ji wan ên ku bawerî bi wî anîn re got: «Eger hûn bi gotina min bikin, hûn bi rastî şagirtên min in. Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike. Eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bin.

Ez derî me. Yê ku bi destê min bê ba Xwedê, ewê xilas bibe.

Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide. Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên. Ez jiyana herheyî didim wan û ew qet helak nabin. Û tu kes nikare wan ji destê min derxe.»

Yûhenna 10

Piştî hînkirina xwe ya di sê salan de, Îsa ji şagirtên xwe re got ku dehşikekê bînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Îsa lê siwar bû û ket Orşelîmê. Elaleteke mezin civiya, di pêşiya wî de diçûn û wan bi dengekî bilind digot: «Hosanna! Padîşahê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Li ezmên silamet û li bilindahiyan rûmet!»

Marqos 11

Lê çaxê Îsa nêzîkî bajêr bû, lê nêrî û li ser giriya, çimkî gel hê ew Xilaskarê sozdayî qebûl nedikir.

Lûqa 19:41+42

Paşê Îblîs ket dilê Cihûdayê Îsxeryotî yê ku şagirtekî Îsa bû. Ew bi serekên kahînan û bi serweran re li hev hat, da ku Îsa bide destê wan. Wan soz da Cihûda ku sî zîvî bidin wî û ji hingê pê ve ew li keysekê digeriya ku çaxê li dor Îsa kes nebe, wî bide dest.

Lûqa 22

Îsa dizanibû ku wextê mirina wî hatiye û bi şagirtên xwe re Cejna Derbasbûnê çêkir.

Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şkand, da wan û got: «Bigirin û bixwin; ev bedena min e ya ku ji bo we tê dayîn; vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»

Îsa kasek jî hilda, şikir ji Xwedê re kir û got: «Hildin, hûn hemû jê vexwin; ev peymana nû ya bi xwîna min e, ya ku ji bo afûbûna gunehan di ber gelekan de tê rijandin. Ez ji we re dibêjim: Êdî ez ji berê mêwê venaxwim, heta wê roja ku ez di Padîşahiya Bavê xwe de bi we re dîsa vexwim.»

Marqos 14:17-25

Page 17: Plana Xwedê

Û got: «Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê û bi min jî bînin; di mala bavê min de gelek ode hene. Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba xwe, da ku hûn bi min re bin. Hûn dizanin ez diçim ku derê, hûn rê dizanin.»

Lê Tûma got: «Em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?»

Îsa jê re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.»

Yûhenna 14:1-6

Wê êvarê, Îsa anî bîra şagirtan ku tengahî wê bên. Wî got: «Eger dinya ji we nefret bike, bizanin ku ji min jî nefret kiriye. Yê ku ji min nefret dike, ji Bavê min jî nefret dike.»

Yûhenna 15:18-25

XAYÎNTIYA CIHÛDA Û XAÇKIRINA ÎSA

Piştî şîvê Îsa bi şagirtên xwe ve ji bo duakirinê çû baxçê Gêtşemaniyê. Piştî duaya wî, serekên kahînan, rihspî û parêzgerên Perestgehê hatin ku wî bigirin.

Cihûda ku beriya hingê bi Îsa re xwaribû, rêberê wan bû. Ew hat ba Îsa û bi xayîntî ew ramûsa.

Marqos 14:32-45

Hingê Îsa got: «Yê ku hûn lê digerin, ez im» û ji nişkê ve hemû piştpiştkî çûn û ketin erdê.

Lê Îsa hişt ku leşker wî girêdin û bibin hewşa serokkahîn. Leşkerên Perestgehê tinazên xwe bi Îsa kirin û tif kirinê. Wan çavên wî girêdan, li rûyê wî dixistin û digotin: «De pêxemberîtiyê bike, ma kê li te xist?»

Yûhenna 18:6

Lûqa 22:63-65

Sibehî zû ew birin ba Pîlatosê waliyê Romayiyan û Îsa sûcdar kirin, gotin: «Me dît ku ev çawa gelê me ji rê derdixe.»

Piştî ku wî Îsa kişand pirsê, Pîlatos ji gel û ji mezinên wan re got: «Vî mirovî tiştekî nekiriye ku bê kuştin; em lêxin û wî serbest berdin.»

Lê elaletê dikir qîrîn û digotin: «Wî xaç bike, wî xaç bike!»

Pîlatos xwest ku dilê gel xweş bike; wî Îsa da ber qamçiyan û emir kir ku ew bê xaçkirin.

Lûqa 23

Leşkerên Romayî ji stiriyan tacek honandin û danîn ser serê wî. Xiftanekî sor lê kirin û gotin: «Bijî, padîşahê Cihûyan» û li wî dixistin.

Piştre xaçekî ji dar danîn ser milê Îsa û wî ew hilkişand wî cihê ku jê re digotin «Qoqê Sêrî», yanî bi Îbranî «Golgota».

Marqos 15:17-19

Lûqa 23

Nêzîkî wî cihê ku Xwedê berî gelek salan ji Birahîm re gotibû ku ew kurê xwe yê yekta li wir bike gorî, Kurê Xwedê yê yekta hat xaçkirin.

Dîrok II, 3:1

Hingê Îsa got: «Bavo, wan afû bike; ew nizanin ku ew çi dikin.» Lûqa 23:34

Îsa di nav du rêbiran de hat xaçkirin. Leşkeran cilên wî li xwe leva kirin û li ser xiftanê wî pişk avêtin. Bi vî awayî pêxemberîtiya Dawid hat sêrî.

Yûhenna 19:23+24

Elalet sê saetan li wir ma û bi mezinên gel re Îsa nizim dikirin, digotin: «Xelk xilas kirin; eger ew Mesîhê Xwedê be, bila xwe jî xilas bike!»

Lûqa 23:35+44

Page 18: Plana Xwedê

Piştre, sê saetan tariyê welat girt û peyvên pêxemberan hatin cih: «Xwedê cezayê gunehên me danî ser wî».

Îşaya 53:6

Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?»

Marqos 15:34

Îsa dizanibû ku her tişt pêk hat û ji bo ku Nivîsara Pîroz bê cih, got: «Ez tî me.»

Leşkeran avgirek li nav sihikê xistî dirêjî wî kirin û gotin: «Eger tu padîşahê Cihûyan bî, de xwe xilas bike!»

Yûhenna 19:28

Lûqa 23:36+37

Îsa sihik vexwar û got: «Temam bû. Bavo, ez ruhê xwe didim destê te.» Paşê wî serê xwe war kir û ruhê xwe da.

Yûhenna 19:30

Çaxê Îsa mir, roj bû tarî, erd hejiya û perda Perestgehê jî çiriya.

Sersedê Romayî gava ev tişt dît, got: «Bi rastî jî ev mirov Kurê Xwedê bû.»

Lûqa 23:45 Metta 27:51 Marqos 15:39

Hingê leşker hatin û teşkên rêbirên ku li rex Îsa hatibûn xaçkirin, şkandin; lê gava wan dît ku Îsa ji xwe miriye, teşkên wî neşkandin. Leşkerekî newqa Îsa bi rimê qul kir û di cih de av û xwîn herikî.

Yûhenna 19:31-33

Weha Nivîsara Pîroz hat cih, a ku gotiye: «Tu hestiyê wî nayê şkandin» û «Ewê li wî yê ku bedena wî qul kirine binêrin.»

Zebûr 34:20 Zekerya 12:10

Ber êvarê, Ûsivê ji Arîmetyayê û Nîkodêmos hatin, cesedê Îsa rakirin, mûrê bîhnxweş lê kirin, bi cawên keten ew pêçandin û danîn gorê.

Yûhenna 19:38-42

Li ser xwestina Cihûyan gor hat morkirin û nobedarên Romayî ew parastin. Metta 27:62-66

RABÛNA ÎSA MESÎH

Lê roja sisiyan, erdhejîneke mezin çêbû û milyaketekî Xudan hat, kevirê ber derê gorê gêr kir. Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.

Metta 28:1-4

Çaxê şagirtên Îsa hatin ser gorê û kevir ji cihê xwe gindirî dîtin, tevlihev bûn. Ji nişkê ve du mirovên cilspî xuya bûn û gotin: «Hûn çima di nav miriyan de li yê sax digerin? Ew ne li vir e, ew rabûye. Bînin bîra xwe ku wî digot: ‹Divê ez bikevim destê gunehkaran, bêm xaçkirin û roja sisiyan rabim.›»

Hingê gotina Îsa hat bîra wan.

Lûqa 24:1-9

Wê êvarê Îsa hat nav şagirtan û got: «Silamet li we!»

Lê ew ji tirsa bizdiyan. Wan guman kir ku ruhekî dibînin.

Îsa ji wan re got: «Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe me. Rûh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin ez bi goşt û hestî me. Wek ku min ji we re gotibû, her tişt wusa qewimî, çimkî her tiştê ku Şerîeta Mûsa, Zebûr û Kitêbên Pêxemberan li ser min gotine, hat cih.»

Lûqa 24:36-44

Wî hişê wan vekir û got: «Hatiye nivîsîn, divê Mesîh cefayê bikişîne û roja sisiyan ji nav miriyan rabe û bi navê wî tobe û afûbûna gunehan wê di nav hemû miletan de bê danbihîstin. Hûn şahidên van tiştan in.»

Lûqa 24:46-48

Paşê Îsa ji gelek mirovan re xuya bû û eşkere kir ku ew sax e û ji nav miriyan rabûye. Wî ji şagirtên xwe re got: «Herin hemû dinyayê û Mizgîniyê

1. Korîntî 15:3-8 Marqos 16:15

Page 19: Plana Xwedê

bidin her kesî.»

Îsa çil rojan li ba şagirtan ma û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser we; hingê hûnê hêzê bistînin û ji Orşelîmê bigire, heta bi hemû Cihûstan û Sameryayê û heta bi serê dinyayê bibin şahidên min.»

Hê wan lê dinêrî, Îsa bi ezmên ve hat hilkişandin û ewrekî ew stand. Du mirovên cilsipî ji wan re gotin: «Hûn çima li ezmên dinêrin? Çawa we dît ku Îsa ji ba we çû, wusa jî ewê vegere.»

Karên Şandiyan 1:3-10

Îcar şagirtên Îsa Mesîh çûn, Mizgîniya wî didan, imad dikirin û ji hemûyan re digotin: «Xilaskar Îsa rabûye, ew sax e.»

Wan bi Nivîsarên Pîroz nîşan dida ku bi Adem guneh û mirin, lê bi Îsa afûbûna gunehan û rabûna miriyan hat dinyayê.

Korîntî I, 15:20-23

Şagirtan digot: «Yê ku baweriya xwe bi Îsa bîne, yanî wî Xudan û Xilaskarê xwe qebûl bike, piştî mirinê, wê di Roja Dawî de rabe û bi yên sax re bê hilanîn û bigihîje Îsa Mesîh.»

Korîntî I, 15:51+52 Selanîkî I, 4:16+17

Peyva Xwedê vê jî dibêje: «Ezman wê vebe û Îsa wê bi padîşatî û hukumdarî vegere vê dinyayê. Navê wî wê ev be: ‹Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan.› Û leşkerên ezmên wê bi hespên boz li pey wî bên.»

Peyxama Yûhenna 19:11-16

Wek ku Zekerya pêxember gotiye, Îsa wê li ser çiyayê Zeytûnê bisekine û ev çiya wê biqelişe.

Zekerya 14:4

Û Mesîh wê padîşahê hemû dinyayê be.

Lê piştî hezar salî, Îblîs wê dîsa derkeve, da ku miletan bixapîne.

Hingê Xwedê wê ji ezmên agir bişîne; ewê wan ên ku li pey Îblîs çûne, bixwe. Û piştre Îblîsê derewker wê bê avêtin nav gola êgir. Li wir, ewê şev û roj, her û her ezabê bikişîne.

Û li pêş textê mezin hemû mirî – mezin û biçûk – wê li ber Xwedê rawestin. Û navê kê di Kitêba Jiyanê de ne nivîsî be, wê bê avêtin nav gola êgir.

Peyxama Yûhenna 20:7-15

Lê di erd û ezmanê nû de, Xwedê wê bi gelê xwe re be û wê ji çavên wan hêstiran paqij bike. Li wir êdî mirin wê tune be, ne şîn, ne êş û girîn, ne jî cefa, çimkî tiştên berê wê derbasbûyî bin.

Peyxama Yûhenna 21:1-4

Li wir roj ne lazim e, ne jî heyv, çimkî rûmeta Xwedê û şewqa Berxê Xwedê wê ronahiyê bidin. Ewê her û her padîşahiyê bikin.

Li wir dara jiyanê wê hebe û li wê derê qet nifir wê nebe.

Peyxama Yûhenna 21:23-25; 22:5

Îsa got: «Yê ku tî ye, bila bê û bila belaş ji ava jiyanê vexwe. Ezê zû bêm. Xwezî bi wî, yê ku li gor peyvên min diçe. Yê ku guhê xwe bide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê.»

Peyxama Yûhenna 22:17

Yûhenna 5:24

Plana Xwedê ji bo te ev e!

Page 20: Plana Xwedê

DUA

Te niha xwend ku Xwedayê Afirandar û fermandar ji bo te xeman dixwe. Tu dikarî wî nas bikî û plana wî ya ji bo xwe bizanî. Lê Xwedê pîroz e û divê em li gor şertên wî bên ber wî.

Ew dixwaze ku tu biperizî wî tenê û ew Xudanê jiyana te be. Wek ku Adem û Hawa guh nedan Xwedê, gunehê me hemûyan jî heye, çimkî me li gor wî nekir.

Nehûm 1:7

Romayî 3:23

Kitêba Pîroz dibêje, eger yek emrekî Xwedê tenê jî bişkêne, ew gunehkar e. Tu çiqas rast bî û qenciyê bikî jî, tu nikarî xwe li ber Xwedê rast û bêsûc derxî; tu ji Xwedê dûr î.

Lê Xwedê bêçaretiya te dizane û ji hezkirina xwe Kurê xwe şand ku ji bo afûbûna gunehên te bimire. Încîl dibêje: «Berdêla guneh mirin e, lê diyariya Xwedê, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh jiyana herheyî ye.»

Aqûb 2:10

Romayî 6:23

Jiyana herheyî diyariya Xwedê ye, ne bi karên qenc e. Îsa ji Nîkodêmos re got ku ji bo jiyana herheyî divê mirov ji nû ve çêbe. Îcar divê tu ji Ruhê Xwedê biwelidî çimkî Xwedê Ruh e û eger mirov nebe yekî ruhanî, nikare nêzîkî Xwedê bibe.

Loma divê tu ji Îsa bixwazî ku ew bê jiyana te û gunehên te bibexşîne.

Yûhenna 3

Eger tu bixwazî bibî zarokê Xwedê û Îsa bibe Xilaskarê te, tu niha dikarî weha dua bikî:

«Ya Xwedê, ez qebûl dikim ku ez gunehkar û sûcdar im. Şikir ji te re ku Îsa bi mirina xwe cezayê gunehê min kişand. Niha ez dixwazim ku Îsa Mesîh bê dilê min û bibe Xudan û Xilaskarê min. Ya Îsa, şikir ji te re ku tu hatî dilê min. Amîn.»

Lûqa 18:9-14

Zebûr 51

Eger te weha dua kiriye, bizane ku Îsa tu qebûl kiriyî. Ji niha û pê ve guhê xwe bide peyva Xwedê, dua bike û bi wan ên ku li pey Îsa diçin re bicive. Eger tu weha bikî, tê hê bêtir hezkirina Xwedê bibînî.

Zebûr 32

© Wergera Kurdî (Kurmancî):

Mizgînî

[email protected]

Hemû mafên wê nivîsarê parastî ne.

Nisan 2005